Taqîgehên Swîsrayê: Tirkiyê bombeya fosfora sipî li bakurê Sûriyê bi kar aniye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i312696-taqîgehên_swîsrayê_tirkiyê_bombeya_fosfora_sipî_li_bakurê_sûriyê_bi_kar_aniye
Îdara xwerêvebir a bakur û rojhilata Sûriyê li gor encama taqîgeha swîsî eşkere kir, Enqerê bombeya fosforê li Sûriyê xebitandiye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 29, 2020 14:11 Asia/Tehran
  •  Taqîgehên Swîsrayê: Tirkiyê bombeya fosfora sipî li bakurê Sûriyê bi kar aniye

Îdara xwerêvebir a bakur û rojhilata Sûriyê li gor encama taqîgeha swîsî eşkere kir, Enqerê bombeya fosforê li Sûriyê xebitandiye.

 Îdara xwerêvebir a bakur û rojhilata Sûriyê encama  lêkolîna taqîgeheka swîsî li Parîsê eşkere kir ku piştrsat dike artêşa Tirkiyê bombeya fosfora sipî li êrişa ser bakurê Sûriyê di  Cotmeha  2019an da bi kar niye. 

 Taqîgeha Vîslîngiyê ya Swîsrayê gelek  mada fosfora sipî li ser leşê birîndarên êrişên Tirkiyê ser bakur û rojhilata Sûriyê peyda kiriye. 

 Li gorî gotina Ebas Mensûran, ku birîndarên êrişên Tirkiyê derman kiriye, beşek  ji birînan neasayî bûne û bi çekên asyaî tişteqa bi vî rengî naqewime. 

 Li kongireya rojnamevaniyê de li Parîsê, Nûrî Mehmûd berdevkê YPG û Xalîd Îsa nunerê PYD raghandin: Piraniya goriyan welatiyan sivîl in û her wiha şopên kîmyawî ser cesteya wan hatiye dîtin.