Artêşa Sûriyê bajarê Me'ireya Nu'manê azad kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i312676-artêşa_sûriyê_bajarê_me'ireya_nu'manê_azad_kir
Artêşa Sûriyê bi jinavbirina dawîn baregehên komên çete li derdora başûrî ya parêzgeha Idlibê, bajarê stratejîk a Me'ireya Nu'manê xiste bin kontrola xwe.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 29, 2020 04:16 Asia/Tehran
  • Artêşa Sûriyê bajarê Me'ireya Nu'manê azad kir

Artêşa Sûriyê bi jinavbirina dawîn baregehên komên çete li derdora başûrî ya parêzgeha Idlibê, bajarê stratejîk a Me'ireya Nu'manê xiste bin kontrola xwe.

Li gorî rapora IRNAyê, Artêşa Sûriyê her wiha kontrola navçeya Wadiya Zeîfê li derdora Idlibê bi dest xist û cihê kombûna hêzên Tirkiyê li başûrê bajarê Me'ireya Nu'manê ji sê hêlan va dorpêç kir.

Yekîneyên artêşa Sûriyê di saetên bihurî da 15 gund li derdora bajarê Me'ireya Nu'manê ji bin dagîrkeriya têrorîstan rizgar kirin.

Bi serdestiya artêşa Sûriyê li ser Me'ireya Nu'manê, rewş jibo pêşdaûna ber bi bajarê Seraqebê xweş bûye.

Artêşa Sûriyê ji Îniya bihurî va operasiyoneke nû jibo paqijkirina navçeyên başûrê rojhilata Idlibê û derdora Helebê dest pê kiriye.

Parêzgeha Idlibê dawîn baregeha komên çete û têrorîst li Sûriyê ye ku bi azadkirina vê parêzgehê û hin beşên rojavaya Helebê û rojhilata Laziqiyê, dê koka têrorîsmê li vî welatî were qelandin.