Artêşa Sûriyê bajarokê steratijîke Kefer Romayê li Idlibê azad kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i312663-artêşa_sûriyê_bajarokê_steratijîke_kefer_romayê_li_idlibê_azad_kir
Artêşa Sûriyê bajarokê steratijîke Kefer Romayê li başûra parêzgeha Idlibê li bakûra rojavaya vî welatî ji destê grûpên terorîstî azad kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 28, 2020 15:09 Asia/Tehran
  • Artêşa Sûriyê bajarokê steratijîke Kefer Romayê li Idlibê azad kir

Artêşa Sûriyê bajarokê steratijîke Kefer Romayê li başûra parêzgeha Idlibê li bakûra rojavaya vî welatî ji destê grûpên terorîstî azad kir.

Li gor rapora ajansa nûçan a Sûriyê ya SANA`yê, Artêşa Sûriyê bajarokê steratijîke Kefer Romayê li rojavaya bajarê Meretul-Neiman ku bajarê herî mezine parêzgeha Idlibê û rêya peywendiya Şamê bi parêzgeha Helebê ye ji destê grûpên terorîstî azad kir.

Artêşa Sûriyê duh duşemê jî bajarokê Meiseran û gundê El-Sewamê li derûdora Idlibê ji destê terorîstan azad kir.

Artêşa Sûriyê ji îniya bihurî operasiyonekî nû bona paqijkirina navçên başûra rojhilata Idlibê û derûdora Helebê ji destê terorîstan destpê kiriye.

Parêzgeha Idlibê ji axir pêgeha grûpên terorîstî yên nav axa Sûriyê ye ku bi azadbûna vê parzêgehê û pişkên rojavaya Helebê û rojhilata Laziqiyê , êdî terorîst li nav axa Sûriyê jî kokbir dibin.