Kiryarên kumsipiyan bo îstifada ji madên jardar li Sûriyê
Serokê navenda aşitiya neteweyî ya Rûsiyê li Sûriyê li bara kiryarên vê dawiyê yên endamên Rêxistina terorîstî ya nasiyar bi kumsipiyan derheq bikaranîna madên jardar li Sûriyê agahî da.
Li gorî rapora Mêhr News`ê, Yûrî Borînkov, Serokê navenda aşitiya neteweyî ya Rûsiyê li Sûriyê bi daxûyaniyekê raghand: Endamên Rêxistina kumsipiyan bi bareka gaza kolorê gihêştine navça Kefer Hemrayê li parêzgeha Helebê û Meireyê, Mesîrînê û Erîhayê li parêzgeha Idlibê. Borînkof bal kişand ser kedkarên ceribîngehên madên jardar yên parêzgeha Idlibê li Ewrûpayê perwerde bûne û got: Endamên Rêxistina kumsipiyan cardinê li dû îstifada ji madên jardar in û armanca wan ji vê kiryarê tawanbarkirina rayedarên Sûriyê bi îstifada ji çekên kîmyawî ye.
Koma kumsipiyan Adara 2013an bi alîkariyên aborî yên Emerîkayê û Brîtanyyaê li Tirkiyê pêk hat.
Ev koma bi mehna alîkariya bo gelê Sûriyê û gîhandina alîkariyê ji sala 2013`an derbasî navçên bi qeyran ên vî welatî bû.
Belgeyên ku artêşa Sûriyê li navçên azadbûyî nîşan dide ku koma kumsipiyan endamê komên terorîstî bûne û rewşên bikaranîna çekên kîmyawî li dijî xelkê sivîl ji aliyê terorîstên bereya El-Nusre pêk aniye.