Şerê li Idlibê: Hêzên hikûmeta Sûriyê dor li Maret El Nûman girtin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i312645-Şerê_li_idlibê_hêzên_hikûmeta_sûriyê_dor_li_maret_el_nûman_girtin
Hêzên hikûmeta Sûriyê bi piştgiriya Rûsyayê li herêma Idlibê bi awayekî lezgîn pêşde diçin û dor li bajarokê Maret El Nûman girtin. Tê gotin ku di 2 rojên dawî de 90 terorîst hatin kuştin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 28, 2020 07:26 Asia/Tehran
  • Şerê li Idlibê: Hêzên hikûmeta Sûriyê dor li Maret El Nûman girtin

Hêzên hikûmeta Sûriyê bi piştgiriya Rûsyayê li herêma Idlibê bi awayekî lezgîn pêşde diçin û dor li bajarokê Maret El Nûman girtin. Tê gotin ku di 2 rojên dawî de 90 terorîst hatin kuştin.

Li derdora Idlibê rojên dawî di navbera komên terorîst ên girêdayî dewleta Tirkiyê û hêzên hikûmeta Sûriyê de şer dijwar bû.

Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan a Sûrî ragihand şerê herî giran li herêma Maret El Nûman rû dide.

Li gorî îdîayên rêxistin, artêşa rêjîmê tenê bi çend sed metereyan dûrî Merat El-Nûman e..

Rêya navneteweyî M5 a Heleb-Şam û rêyên diçin bajarok jî bi temamî li ser terorîstan hatin qutkirin.

Rêxistina şopandina mafê mirovan diyar kir ku di 48 saetên dawî de hejmara kuştiyên terorîstên komên girêdayî dewleta Tirkiyê gihîşt 90 kesî.

Balafirên Rûsyayê û helîkopterên hikûmeta Sûriyê zêde ji 200 caran herêm bombardikan kirin.

Di vê navberê de tê diyarkirin eger hêzên hikûmeta Sûriyê bajarokê Maret El Nûman kontrol bikin, wê rêya derbasbûna navenda Idlibê jî ji wan re hêsantir bibe.Lewma ev herêm yek ji deverên herî girîng e.

Bajarê Merat El-Nûman li başûrê bajarê Idlibê ye. 84 km ji bajarê Helebê û 60 km jî dûrî bajarê Hemayê ye.

Ev bajaroka demek dirêj weke navend û baregehên komên terorîst hat binavkirin. Rêya M5 a Heleb û Şamê di ber Maret El Nûman re derbas dibe. Rêya navneteweyî ya ku hikûmeta Sûriyê û Rûsya hewl didin carek din kontrol bikin, xwedî girîngiyek stratejîk e. Ji ber ku ev rê bakurê Sûriyê bi başûrê wê ve girê dide.