Artêşa Sûriyê devera Cerf el-Suxer li derdora Helebê xiste destê xwe
Artêşa Sûriyê devera Cerf el-Suxer di derdora başûrî ya parêzgeha Helebê ji bin lepên terorîstan derxist û kontrola wê xiste destê xwe.
Li gor Al-Alamê, Atêşa Sûriyê vê sibeyê çeper û bingehên terorîstên ku Tirkiye li pişta wan e li derdora başûrî ya Helebê ji nav birin û ew neçar kirin paşve bikişin.
Artêşa Sûriyê harwiha gelek terorîst jî kuştin û birîndar kirin.
Artêşa Sûriyê herwiha bajarokê Mesran û gundê Sewamie li derdora bajarê Idlibê ya bakura Sûriyê jî ji bin lepên terorîstan derxistin û xistin kontrola xwe.
Artêşa Sûriyê ji roja înê azadkirina deverên başûra Rojhilata Idlibê û derdora Helebê daye despêkirin.
Parêzgeha Idlibê meqera herî dawiyê ya komên terorîst li Sûriyê ye ku bi azadkirina vê parêzgehê û hin beşên rojavaya Helebê û rojhilata Laziqiyê êdî deshilata terorîstan li Sûriyê bi dawî dibe.