Artêşa Sûriyê li başûrê parêzgeha Idlibê pêşde çû û du gund azad kirin
Artêşa Sûriyê roja Yekşemiyê bi pêşdeçûna xwe li parêzgeha Idlibê li bakurê Sûriyê karî ku gundên Zeilane û Me'er Şûrînê ji destê têrorîstan derxîne.
Çavkaniyên sûrî ragihandin ku di pêvajoya operasiyona artêşa Sûriyê jibo azadkrina gundên Zeilane û Me'er Şûrînê bi dehan têrorîst hatin kuştin.
Artêşa Sûriyê di rojên pêştir da jî karî bû ku çend navçeyan li başûrê parêzgeha Idlibê ji bin dagîrkeriya têrorîstan rizgar bike.
Parêzgeha Idlibê dawîn baregeha têrorîstan li Sûriyê ye.
Qeyrana Sûriyê ji sala 2011an va bi êrîşa berfireh a komên têrorîst ên bin sîvana piştgiriya Erebistan, Amerîka û hevpeymanên wan ji wan Tirkiyê bi mebesta guhertina hevsengiyên navçeyê li ser xêr û qazanca Rêjîma Siyonîst dest pê bûye. Hêzên sûrî bi alîkariyên misteşarî yên Komara Îslamî ya Îranê û piştevaniya Rûsiyê, her wiha bi alîkariya hêzên Bereya Berxwedanê di mehên dawî da karîne derbên giran li têrorîstan xînin.