MSD`ê di salvegera rizgarkirina Kobanê de banga sekinandina gefên Tirkiyê kir
Meclisa Sûriya Demokratîk bi boneya salvgera 5`emîn a rizgarkirina bajarê Kobanê bi daxuyaniyekê bang ji civaka navnetewî û hêzên Rûsyayê yên li Sûriyê kir ku gefên dewleta Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bisekinînin.
MSD`ê bang li civaka navdewletî û kir ku gefên dewleta Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bisekinînin û wê ji tevahî xaka Sûriyê ku dagîr kiriye, derxin.
Li dewama daxûyaniya MSD hatiye gotin: Îro 5 sal di ser salvgera berxwedana Kobanê û têkçûna rêxistina DAIŞ`ê derbas bibe. Çeteyên DAIŞ`ê di şerê li Baxozê de jî têk çûn. Hewldanên ji bo derxistina Sûriyê ji aloziyê ku ev 9 sal e û rizgarkirina gel ku gelek êş, zehmetî kişandin û koçber bû, didome. Heta niha parçeyên ji welatê me di bin dagirkeriyê de ne.
Kobanê bû xaleke girîng di dîroka rizgarkirin û têkbirina terorîstan.
Em wek MSD, gefên dewleta Tirkiyê dibînin ku tu hêzeke navdewletî li hember nasekîne û êrişên xwe yên bênavber li dijî gelê me û binpêkirin û hovîtiyan pêk tîne.