Êrişên artêşa Tirkiyê û komên çekdar ser bakurê Sûriyê berdewam in
Hêzên HSD, raghandinin êrişên artêşa Tirkiyê û komên çekdar ser bakurê Sûriyê didomin.
HSD raghand ku li 21-22 vê mehê de artêşa Tirkiyê deverên Eyn Îsa, Gundê Xirbet Beqer, Sewan û Erîdayê dan ber top û hawanan li encamê de ziyaneka zêde li havwilatiyên herêmê ket.
Her wiha artêşa Tirkiyê û komên hevpeymanên wê, gundê Em Elkêfê bi mûşek û hawana burduman kirin, li 24ê vê mehê de jî êriş kirin ser gundên Erîşa, Qasimiye, Reyhaniye, Ebû Hêla, Mîkran, Begara, Davûdiyê, Ewşa û Erbeînê ser meqerên artêşa Sûriyê û encumena serbazên sûrî.
Li encama bersiva hêzên encumena eskerî ya Sûriyê li bakurê Sûriyê jî, hejmarek ji çekdarên ser bi Tirkiyê hatin kuştin, otomobîleka serbazî jî hatîmhakirin û ebilxaneyek jî hat zewtkirin.
Li gor nûçeyeka din, artêşa Emerîkayê karwanekî din a eskeriyê şand bakurê Sûriyê ku biryar e li Hesekê bi cih bibin.