Artêşa Sûriyê bereyeka nû dijî terorîstan li rojavaya Helebê vekir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i312577-artêşa_sûriyê_bereyeka_nû_dijî_terorîstan_li_rojavaya_helebê_vekir
Bingehên sûrî ragihandin ku artêşa vî welatî li rojavaya Helebê bereyeka nû dijî terorîstên tekfîrî vekirin û niha ji vê bereyê û başûra rojhilata Idlibê operasiyona dijî terorîstan destpê kirine.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 25, 2020 14:25 Asia/Tehran
  • Artêşa Sûriyê bereyeka nû dijî terorîstan li rojavaya Helebê vekir

Bingehên sûrî ragihandin ku artêşa vî welatî li rojavaya Helebê bereyeka nû dijî terorîstên tekfîrî vekirin û niha ji vê bereyê û başûra rojhilata Idlibê operasiyona dijî terorîstan destpê kirine.

Li gor rapora ajansa nûçan a Mehr News`ê, Bingehên sûrî ragihandin ku artêşa vî welatî li rojavaya Helebê bereyeke nû dijî terorîstên tekfîrî vekirin û niha ji vê bereyê û başûra rojhilata Idlibê operasiyona dijî terorîstan destpê kiridne û niha navendên Eksarul-Bezar û hinek ji avahiyên navça Cemîyetul-Zehra ji destê terorîstên tekfîrî azad kirine.

Hevçax firokên sûrî pêgehên terorîstan li rojavaya Helebê jî kirine hedefa êrişên xwe ku ji ber van êrişan derbên giran li terorîstan ketine.

Artêşa Sûriyê ji çend rojan berî niha amêrên giran û çek û sîlahên zav şandine rojavaya Helebê ta ku li operasiyonekî berfireh dijî terorîstan li vê navçê destpê bikin.

Ev operasiyona bersivek bo terorîstan bû ku ji van navçan êrişî xelkê sivîle Helebê dikirin.

Têrorîstan li van navçên ku dagîr kiribûn nedihêştin ku xelkê sivîl ji malên xwe derkevin û bi curekê ji xelkê sivîl wekî mertala însanî behre digirtin.