Nîgerraniya NY ji hizûra Amerîka li nav axa Sûriyê
Nûnerê NY li karûbarên Sûriyê nîgeraniya xwe li bara hizûra neqanûnî ya Amerîka li nav axa Sûriyê daye diyarkirin.
Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Giyêr Pitêrson Nûnerê Sekretirê giştî yê Rêxistiya Netewên Yekgirtî li karûbarên Sûriyên li hevdîtina xwe ya îro şemiyê tev Sergeyî Şaygo wezîrê berevaniya Rûsiyayê li Miskovayê , nîgeraniya xwe li bara hizûra neqanûnî ya Amerîka li nav axa Sûriyê daye diyarkirin û destnîşan kir ku ew piştevaniya siyaseta Rûsiyayê dike ya ku pêwîste hêzên ku bêyî îzna dewleta Şamê hatine nav axa Sûriyê gere ku ji nav axa vî welatî derkevin.
Giyêr Pitêrson destnîşan kir ku hizûra hêzên biyanî li nav axa Sûriyê bûye pirsgirêkek micid.
Sergeyî Şaygo wezîrê berevaniya Rûsiyayê jî li vê hevdîtinê xebata Amerîka bona talankirina nifta Sûriyê rexne kir.
Hêzên amerîkî û hinek ji hêzên hevpeymane vî welatî yên endamê NATO`yê û artêşa Tirkiyê ji van hêzan in ku bêyî îzna dewleta Sûriyê ketine nav axa vî welatî.
Rûsiya hertim neyarê hizûra Amerîka li nav axa Sûriyê ye û ragihandiye ku hedefa sereke ye hizûra Amerîka li nav axa Sûriyê talankirina nifta vî welatî ye.