Mezlûm Kobanî: Pêwîst e ku Enqere rastbêj be, Kurd jibo gotûbêjê amade ne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i312532-mezlûm_kobanî_pêwîst_e_ku_enqere_rastbêj_be_kurd_jibo_gotûbêjê_amade_ne
Fermandarê Hêzên Sûrîya Dêmokiratîk (HSD) ragihand ku pêwîst e Enqere rastbêj be, Kurd jibo gotûbêjên aştîyane amade ne.
(last modified 2024-10-07T14:32:38+00:00 )
Çile 24, 2020 09:29 Asia/Tehran
  • Mezlûm Kobanî: Pêwîst e ku Enqere rastbêj be, Kurd jibo gotûbêjê amade ne

Fermandarê Hêzên Sûrîya Dêmokiratîk (HSD) ragihand ku pêwîst e Enqere rastbêj be, Kurd jibo gotûbêjên aştîyane amade ne.

Mezlûm Kobanî Fermandarê HSD di hevpeyvîna digel Rojnamevan Emberîn Zaman a Al Manitor a Amerîkayê de amajeyî hewlên jibo gotûbêja hêzên Kurd digel hikûmeta Sûrîyê bi navbeynkarîya Ûrsêtê kir.

Mezlûm Kobanî herwiha got: Êrişên Tirkîyê ser bakur û rojhilata Sûrîyê zîyanên berfire û giran gîhandin gelê me, Tirkîyê pişkeke axa Sûrîyê dagir kir û komên têrorîst jibo dijberîya hibmerî gelê me anîn herêmê, ew êrişên Tirkîyê bûn sedema nerazîbûna berfire û civaka navnetewî piştgirî da gelê Kurd ê sûrî, li Kongira Amerîkayê piştgirî dan me, pêwîst e ku Enqere rastbêj be, Kurd jibo gotûbêjê amade ne.

Fermandarê HSD herwiha got: Nika Ûrsêt roleke girîng li herêmê dilîze, Moskow hewil dide em û hikûmeta Sûrîyê bi gotûbêjê bigihêjin rêkevtinê, me nika hewilên xwe berfire kirine jibo rêkxistina hêzên Kurd ên Kurdistana Sûrîyê, nika demajoyeke nû destpê bûye, pêwîst e nunerê hemî hêzên Kurd di nav danuistandinên HSD da cî bigirin, ser wî esasî em digel hemî partîyên Kurdan ên sûrî nemaze digel ENKS`ê civîyane.

Mezlûm Kobanî têkildarî çareserkirina kêşeyên digel ENKS`ê da jî got: wan hin daxwaz jibo pêkhatina pêbawerîyê di navber her du alîyan de hebûn, me jî bi wê şêwazê kar kir, wan daxwaz kir ku bi awayekî azad li bakur û rojhilata Sûrîyê kar bikin, nika dikarin wî karî bikin, me hemî girtî azad kirine, tenê mijara kesên bêseruşûn maye ku ne mijareke nû ye, ji dema avakirina Rêvebirîya Xweser va kes nehatîye bêseruşûnkirinê ku eva jî yek ji destkevtên mezin e, ji sala 2014`ê va tenê endamekî ENKS`ê bêseruşûn bûye, me kesê têkildarî wî endamê bêseruşûnbûyî yê ENKS`ê jî peyda kirîye û lêkolîna di vî warî de didome.