HRE li Mare û Ezazê çalakî lidar xistin; Leşkerek û çeteyek hatin kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i312510-hre_li_mare_û_ezazê_çalakî_lidar_xistin_leşkerek_û_çeteyek_hatin_kuştin
Hêzên Rizgarkirina Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekê diyar kir ku di çalakiyên wan ên duh û pêr de li Mare û Ezazê leşkerekî artêşa Tirkîyê û çeteyek hatine kuştin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 23, 2020 13:44 Asia/Tehran
  • HRE li Mare û Ezazê çalakî lidar xistin; Leşkerek û çeteyek hatin kuştin

Hêzên Rizgarkirina Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekê diyar kir ku di çalakiyên wan ên duh û pêr de li Mare û Ezazê leşkerekî artêşa Tirkîyê û çeteyek hatine kuştin.

Hêzên Rizgariya Efrnînê (HRE) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihandin ku duh li Ezazê li dijî baregeheke artêşa Tirkîyê çalakiyek lidar xistine û di çalakiyê de leşkerek hatiye kuştin, leşkerek jî birîndar bûye. Her wiha di çalakiya HRE’yê ya pêr a li Mareyê de jî çeteyek hate kuştin.

Di daxûyanîya HRF da wiha hatîye: Di 21’ê Çileyê de li herêma Mareyê hêzên me çalakiyeke sekvanî li dijî artêşa dagirker li dar xist. Di encamê de çeteyek hat kuştin.

Di 22’yê Çileyê de li herêma Ezazê hêzên me li dijî baregeheke artêşa Tirkîyê ya dagirker çalakiyeke sabotajê lidar xistin. Di encamê de leşkerekî Tirkîyê hat kuştin, leşkerek birîndar bû û tankek jî hat şewitandin.

Di heman demê de, artêşa dagirker û komên çete gundên girêdayî bi herêma Efrîn û Şehbayê ve dan ber top, hawan û tankan.”