Kuştina Êzidîyan li Efrînê didome; tenê 7 hezar Êzidî li Efrînê mane
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i312501-kuştina_Êzidîyan_li_efrînê_didome_tenê_7_hezar_Êzidî_li_efrînê_mane
Serokê Yekitîya Êzidîyên Efrînê got: Di encama dagirkirina vî şarî bi destê Tirkîyê û çeteyên wê de gellek ji Êzidîyên niştecihê Efrînê û deverên derdorê malên xwe terikandine û derodero bûne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 23, 2020 12:13 Asia/Tehran
  • Kuştina Êzidîyan li Efrînê didome; tenê 7 hezar Êzidî li Efrînê mane

Serokê Yekitîya Êzidîyên Efrînê got: Di encama dagirkirina vî şarî bi destê Tirkîyê û çeteyên wê de gellek ji Êzidîyên niştecihê Efrînê û deverên derdorê malên xwe terikandine û derodero bûne.

Mistefa Nebo Serokê Yekitîya Êzidîyên Efrînê amajeyî rewşa Êzidîyan di yek sala vê dawîyê de kir û got: Berî ku Efrîn bi destê Tirkîyê û çeteyên wê were dagirkirinê, nêzî 25 hezar Êzidî li Efrînê dijîyan lê, nika ten 7 hezar kes ji wan mane.

Serokê Yekitîya Êzidîyên Efrînê herwiha got: Êzidîyên Efrînê di rewşeke gellekî xirab e ne û bilî wê neçar dibin ku dînê xwe biguherînin û dikevin ber gellek azirandinên ji hêlên cismî û rewanî.

Mistefa Nebo herwiha got: Bi destpêbûna êrişên Tiriîyê û çeteyên wê ser Efrînê wan dest bi talankirin û zevtkirina mal û milkên Êzidîyan kirin, ew kuştin û herwiha cih û warên wan ên pîroz jî wêran kirin.

Ji hêla din ve Hêvî Mistefa Hevseroka Rêvebirîya Herêma Efrînê jî got: Hêzên Tirkîyê û çeteyên ser bi Enqerê hela jî mijûlê talankirina çavkanîyên xwezayî yên Efrînê ne û herî dawîyê jî ava çemê Efrînê ji milê başûra rojavaya gundê Himamê va vediguhêzin nav Tirkîyê.

Wê herwiha got: Dewleta Tirkîyê nika di halê danîna çend pompên mezin li xeta sînorê ya di navbera wî welatî û Sûrîyê da ye û dil heye ava çemê Efrînê û bendava Meydankê ji Bociq Himamê û Qilkê veguhêze nav Tirkîyê.