Dewleta Şamê: Tirkîye demogirafîya Serêkanîyê diguherîne
Çile 23, 2020 04:44 Asia/Tehran
Ajansa Nûçan a Fermî ya Hikûmeta Sûrîyê (SANA NEWS) di raporekê de amajeyî kiryarên hêzên Artêşa Tirkîyê li herêma Serêkanîyê li rojhilata Firatê kir û ragihand: Tirkîye demogirafîya Serêkanîyê diguherîne.
Ligorî rapora SANA NEWS'ê, Dewleta Tirkîyê malbatên 1500 çekdaran li Serêkanîyê bicih kirine û mijûlê guhertina demogirafîya vê herêmê ye.
Di dewama wê raporê de hatîye: Bicihkirina malbatên çekdaran li Serêkanîyê ewqasî berfire ye ku heta tê gotin di navbera çeteyên ser bi Tirkîyê de liser cihê niştecibûnê nakokî û pevçûn derdikevin.
Ajansa Nûçan a Fermî ya Hikûmeta Sûrîyê herwiha radigihîne ku dewleta Tirkîyê ji Cotmeha 2019`ê ve bi gef û zextê gelê herêmê neçarî koçberîyê dike û têrorîstan li mal û deverên wan bicih dike.