Li Girê Spî derketina derve hat qedexekirinê
Artêşa Tirkîyê û çeteyên wê li Girê Spî qedeya derketinê îlan kirin.
Li gorî çavkaniyên ji herêmê, artêşa Tirkîyê û çeteyên wê li deverên Silûk û Hemam El-Tirkmen ê gundewarên Girê Spî, çûn û hatin qedexe kirine û nahêlin şênî derkevin derve.
Çavkaniyan destnîşan kirin ku bi qedexekirina derketinê hemû xizmetên sereke li deverê û gundewarên wê ji nan û avê hatine qutkirin û ji ber wê jî kareseta mirovî li şêniyan çêbûye. Şênî zehmetiyên mezin di peydakirina pêdiviyên rojane yên sereke de dibînin. Her wiha gotin ku kivş nîne ka qedexkirinê dê kînga bidawî bibe.
Artêşa Tirkîyê ji 9`ê Cotmeha 2019`an ve bajarê Girê Spî dagir kiriye. Ji wê demê heta roja îro artêşa Tirkîyê û çeteyên wê siyasetên binpêkirinê der heqê şêniyan de pêk tînin, her wiha rewşa ewlehiyê tevlihev e.