Derbeya giran a Artêşa Sûriyê li terorîstan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i312367-derbeya_giran_a_artêşa_sûriyê_li_terorîstan
Navenda Rûsî ya Aştiyê li Sûriyê duh ragihand ku li du rojên dawiyê artêşa Sûriyê zêde ji 50 terorîst yên koma Heyt Tehrîr El-Şamê kuştin van terorîstan hewldabûn çeper û bargehên artêşa Sûriyê bigirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 19, 2020 06:07 Asia/Tehran
  • Derbeya giran a Artêşa Sûriyê li terorîstan

Navenda Rûsî ya Aştiyê li Sûriyê duh ragihand ku li du rojên dawiyê artêşa Sûriyê zêde ji 50 terorîst yên koma Heyt Tehrîr El-Şamê kuştin van terorîstan hewldabûn çeper û bargehên artêşa Sûriyê bigirin.

Artêşa Sûriyê di encama van şer û pevçûnan de heft erebeyên terorîstan ku çek û sîlahên giran li ser wan bûn îmha kirin.

Artêşa Sûriyê herwiha erebeyeke terorîstan ya bombebarkirî jî berî ku bigihêje hedefa xwe ji nav birin.

Bargehên herî dawiyê yên Heyeta Tehrîr El-Şam niha li parêzgeha Idlibê mane ku Tirkiye jê piştgiriyê dike, bi azadbûna vê parêzgehê û hin beşên rojavayê Helebê û rojhilatê Laziqiyê êdî hebûna terorîsmê li Sûriyê bi dawî tê.