Têrorîstan bi mûşekan êrişî ser balefirgeha Heleba Sûriyê kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i312166-têrorîstan_bi_mûşekan_êrişî_ser_balefirgeha_heleba_sûriyê_kirin
Çavkaniyên ewlehiyê yên Sûriyê qala êrîşên mûşekî yên têrorîstan ser du balefirgehên Helebê kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 12, 2020 13:56 Asia/Tehran
  • Têrorîstan bi mûşekan êrişî ser balefirgeha Heleba Sûriyê kirin

Çavkaniyên ewlehiyê yên Sûriyê qala êrîşên mûşekî yên têrorîstan ser du balefirgehên Helebê kirin.

Li gorî rapora Russia Today a Erebî ji zarê çavkaniyên sûrî, Têrorîstan Sêşemiyê bi şev firokexaneya navneteweyî ya Helebê û firokexaneya leşkerî ya Neyrebê dan ber mûşekan.

Di van êrîşan da tu ziyanek negihîştiye kesekî.

Firokexaneya Neyrebê di 10 Kîlometriya rojhilata Helebê û navbera du navçeyên Neyreb û Cebreynê ye.

Ev êrîş di rewşekê da ye ku ji berbanga îro Yekşemiyê va cihanîna agirbesê li navçeyên Kêmkirina kêşeyan  li parêzgeha Idlibê dest pê bûye.