Êrişa artêşa Sûriyê ser meqera eskerî ya Tirkiyê li Helebê
Artêşa Sûriyê meqera eskerî ya Tirkiyê li Helebê dan ber êrişan.
Ajansa nûçan a Beledî Newsê nêzîkî dijberên hikûmeta Sûriyê ragahnd ku hêzên dewleta Sûriyê, meqera eskerî ya artêşa Tirkiyê li bakurê Helebê dane ber êrişan.
Li gorî rapora vê ajansê, artêşa Sûriyê bi çekên giran meqera artêşa Tirkiyê li çiyayê Anadanê li bakurê Helebê bombebaran kir û li encama vê êrişa mûşekî herî kêm hêzekî eskerî yê artêşa Tirkiyê canê xwe ji dest daye.
Piştî van êrişan, topxana Artêşa Tirkiyê meqerên artêşa Sûriyê ku êriş ji wir cih hatibûn, dan ber êrişan.
Her wiha Ajansa nûçana Stepê jî bi weşandina nûçeyekê li bara êrişa mûşekî ya artêşa Sûriyê ser meqera eskerî ya artêşa Tirkiyê li bakurê Helebê agahî da û raghand: Piştî van êrişan, topxana artêşa Tirkiyê jî dest bi bombebarana meqerên artêşa Sûriyê kiriye.