Civîna bi hezaran kesan li Laziqiya Sûriyê ji bo bîranîna şehîd serdar Silêmanî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i312076-civîna_bi_hezaran_kesan_li_laziqiya_sûriyê_ji_bo_bîranîna_şehîd_serdar_silêmanî
Bi hezaran kes li Laziqiya Sûriyê ji bo bîranîna şehîd serdar sipehbud Qasim Silêmanî civiyan û kiryara terorîstî ya Amerîkayê li babeta şehîdkirina wî şermezar kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 09, 2020 15:56 Asia/Tehran
  • Civîna bi hezaran kesan li Laziqiya Sûriyê ji bo bîranîna şehîd serdar Silêmanî

Bi hezaran kes li Laziqiya Sûriyê ji bo bîranîna şehîd serdar sipehbud Qasim Silêmanî civiyan û kiryara terorîstî ya Amerîkayê li babeta şehîdkirina wî şermezar kirin.

Serdar sipehbud Qasim Silêmanî fermandeyê Hêza Quds a Sipayê Pasdarên Înqilaba Îslamî ya Îranê sibeya roja înê sêyemê Çileya 2020 ku ser vexwendina fermî ya rayedarên Iraqê çûbû vî welatî, ligel Ebûmehdî Muhendis cîgirê serokê Heşda Şebiya Iraqê û 8 kesên din li nêzîkiya Bexdayê ketin ber êrişa hewayî ya artêşa terorîst û dagîrker a Amerîkayê û şehîd bûn.

Roja sêşemiyê jî merasimeke taybet ji bo bîranîna şehîd serdar sipehbud Qasim Silêmanî li navenda şêwirkariya çandî ya Komara Îslamî ya Îranê li bajarê Laziqiyê bi rê ket  ku gelek ji rayedarên leşkerî, siyasî û fermandeyên artêşa Sûriyê tê de beşarî kirin.

Di vî halî de Hizbullaha Libnanê jî îro merasimek bona bîranîna şehîdên Berxwedanê li başûra Libnanê li dar xist.