Nexşeriya Rûsiyê bo çareserkirina kêşeyên navbera Şam û Qamişlûyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i312043-nexşeriya_rûsiyê_bo_çareserkirina_kêşeyên_navbera_Şam_û_qamişlûyê
Li gor rapora rojnama Şerqulewsetê, li dawiya sala 2019`an, şandeka rûsî, çend kombûnên dûr û dirêj bi kesayetiyên bajarê Qamişlûyê re pêk anî bo boneya navbeynkariya navbera Şam û îdara xweser a bakurê Sûriyê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 08, 2020 13:57 Asia/Tehran
  •  Nexşeriya Rûsiyê bo çareserkirina kêşeyên navbera  Şam û Qamişlûyê

Li gor rapora rojnama Şerqulewsetê, li dawiya sala 2019`an, şandeka rûsî, çend kombûnên dûr û dirêj bi kesayetiyên bajarê Qamişlûyê re pêk anî bo boneya navbeynkariya navbera Şam û îdara xweser a bakurê Sûriyê.

 Her li gor vê raporê, şanda rûsî nexşeriyeke 10 xalî   di rojevê de bû bo danûstandin li nav şam û îdara xwesser a bakurê Sûriyê ku li gor  nexşeriyê, kurd beşdariya  karên lijne destûriyên Sûriyê dikin. Tevgera siyasî ya kurdî li hikûmeta Sûriyê de dê nunerên xwe hebin zêrevaniya sînorî yên kurdan bi dirêjatiya sînorên Sûriyê  li bakur li derbasgeha Sêmilka ve heta Minbicê li gundewarên Heleba rojhilat dên bên damezirandin. 

 Di vê raporê hatiye diyarkirin li  gotûbêjên wan hatiye diyarkirin ku îdareya xweser a bakurê Sûriyê û hikûmeta Sûriyê dest bi danûstandinê dikin û lîjneya hevpar  a eskerî û aborî pêk tînin. 

 Belgenameya fermî bo kurdan derdikeve. Bawerînameya  fêrkariyê  bo xwendekarên  kurd derdikeve. Hevahengî tê kirin bo sûdwergirtina ji sîstemên  enerjî û bi taybet Bendava Firatê li bajaroka Tebqayê li parêzgeha Reqayê. Artêşa Sûriyê dê ji  xwendingeh û saziyên perwerdehiyê yên navçên kurdnişîn derkeve.