Sûriye: Îranê mafê xwe heye li hember destdirêjiyên Emerîkayê berevaniya xwe bike
Wezareta derve ya Sûriyê tevî raghandina hevgirtina tam û tekûz bi Îranê re, teqez kir ku Têhranê mafê berevaniya ji xwe li hember gefan û destdirêjiyên Emerîkayê heye.
Li gorî rapora SANA News`ê, rayedarekî berpirsiyar li Wezareta derve ya Sûriyê teqez kir: Sûriyê hevgirtina xwe ya tam bi xekê dost ê Îranê radighîne û teqez dike Îranê mafê xwe heye li hember gefan û destdirêjuiyên Emerîkayê berevaniya xwe bike.
Wî destnîşan kir: Emerîka divê hîn bibe ku dev ji tehqîr û teslîma xelkê û hewldana bo sepandina serdestiya xwe ser wan berde.
Vî rayedarê sûrî teqez kir: Komara Sûriyê teqez dike ku eva mafê welatên azad e ku bersiva destdirêjiyên li dijî xwe bi şêwazên ku guncav dizanin, bidin û Emerîka yekim û dawîn berpirsê fitne, alozî û opevçûnêmn li navçê ye.