Lihevkirina endamên Komîteya Destûra Bingehîn a Sûrîyê
Nunerê Taybet ê Sêkrêtêrê NY di Karên Sûrîyê de got: Endamên Komîteya Destûra Bingehîn têkildarî destûrkarê û pêkhateya desteya amadeker a wê qanûnê liser hin babetan lihev kirin.
Nunerê Taybet ê Sêkrêtêrê NY di Karên Sûrîyê de Geir Pederson li koma nûçegîhanan amajeyî vê yekê kir ku hemî 150 endamên Komîteya Qanûna Bingehîn a Sûrîyê têkildarî destûrkara wê komîteyê hevdeng in û dîyar kir: Karê wê komîteyê gellekî baş pêşda çûye.
Yekem civîna Komîteya Destûra Bingehîn a Sûrîyê roja Çarşem 30`yê Cotmehê bi çavdêrîya NY, pişkdarîya hemî 150 endamên wê komîteyê û amadebûna Nunerê Taybet ê Sêkrêtêrê NY di Karên Sûrîyê de Geir Pederson li Jênêva Swîsê hat lidarxistin.
Fikra pêkanîna Komîteya Destûra Bingehîn a Sûrîyê cara yekem di civîna Kongira Gotûbêja Netewî ya Sûrîyê de hat hilêxistinê.