Hevseroka MSD: 500 sivîl û 400 şervanan canê xwe ji dest dane
Seroka Desteya Cîbicîkar a Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD), Îlham Ehmed amara qurbanî û awareyên ji ber êrîşên artêşa Tirkiyê û têrorîstên ser bi Enqerê ser Kurdên Sûrîyê aşkere kir. Wê herwiha daxwaz ji Emerîkayê kir ku firîna firokeyên bê bêfirokevan ên Tirkiya li asmanê Sûriyê qedexe bike.
Seroka Desteya Cîbicîkar a Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed li Waşigntonê di konferanseke rojnamevanî de ragihand, ku ji ber êrîşên artêşa Tirkiyê di meha Cotmehê de zêdetir ji 500 kesên sivîl hatine kuştin û zêditir ji 400,000 kes jî koçber û derbider bûne.
Bi gotina Îlham Ehmedê, ji destpêka êrîşên Tirkiyê ser deverên Kurdnişîn ên Sûrîyê de 400 şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) canê xwe ji dest dane.
Wê herwiha got: Tevî agirbest ku hatibû ragihandin, artêşa Tirkiyê û têrorîstên ser bi wê her roj êrîşên xwe domandine.
Îlham Ehmed daxwaz ji civaka navdewletî û Amerîkayê jî kir ku nehêlin Tirkiye ramalîna etnîkî li navçeyê encam bide û navçeya dijî firînê ragihînin. Heke Pêntagon wê biryarê nede, Emerîka dê berpirsiyar be ji kuştina sivîlan li bakûra Sûriyayê.
Ew daxuyaniya Seroka Desteya Cîbicîkar a MSDê di demekê de ye, ku Tirkiye û çekdarên ser bi wî welatî ve berdewam in li ser êrîşên xwe û bi taybet li rojhilatê Serê Kaniyê, bakurê Til Temir û bakurê Eyn Îsa êrîşî HSDê dikin.
Herî dawî êvara derbasbûyî, di encama êrîşa çekdarên ser bi Tirkiyê ve de, 3 welatiyên sivîl li bakurê Til Temirê canê xwe ji dest dan.
Tirkiyê tevî çekdarên Sûrî yên ser bi Enqerê ve roja 9ê Cotmehê êrîşa xwe bo ser Rojavayê Kurdistanê dest pê kirin.