Hêzên Rûsya û Tirkiyê li bakura Firatê dest bi gereçavdîrya hevbeş kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i309885-hêzên_rûsya_û_tirkiyê_li_bakura_firatê_dest_bi_gereçavdîrya_hevbeş_kirin
Îro înê li gundê Şêrik li rojavayê Dirbêsiyê yekemîn gereçavdîrya hevbeş a hêzên Rûsya û Tirkiyê dest pê kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 01, 2019 11:51 Asia/Tehran
  • Hêzên Rûsya û Tirkiyê li bakura Firatê dest bi gereçavdîrya hevbeş kirin

Îro înê li gundê Şêrik li rojavayê Dirbêsiyê yekemîn gereçavdîrya hevbeş a hêzên Rûsya û Tirkiyê dest pê kir.

Ligorî rapora mêdyayên xwecî li bakura Firatê, gerreçavdêrîya hevbeş a hêzên Rûsya û Tirkiyê li navçeyên sînorî yên bajarê Dirbêsiyê ji gundê Şêrikê ve ku dikeve 15 kîlometriya rojavayê bajarokê Dirbêsiyê dest pê kir.

Hêzên ûris û tirk bi qasî 8 kîlometreyan pêşde çûne û ew gerreçavdêrîya li gundê Qere Hesen bi dawî bû.

Ev gerreçavdêrîya hevbeş a hêzên Rûsya û Tirkiyê, di çarçoveya rêkeftina dehxalî ya  navbera Rûsya û Tirkiyê de tê encamdan.

Di çarçoveya rêkeftina navbera Rûsya û Tirkiye de, gerreçavdêrîyên hevbeş ên hêzên Rûsyê û Tirkiyê bi kûratiya 10 kîlometreyan tên encamdan.

Piştî rêkeftina Soçîyê ya navbera Tirkiyê û Rûsyayê û herwiha rêkeftina navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hikûmeta Sûriyê, hêzên Polîsê Leşkerî yên Rûsyayê derbasî bakura rojhilata Sûrîyê bûn.

Di heyama çend rojên bihorî de, Polîsên Leşkerî yên Rûsyayê li hejmarek bajar û bajarokên wek Qamişlo, Dirbêsiyê û Kobanîyê dest bi gerreçavdîrêyê kirin.