Leşkerên amerîkî li Rimêlanê dest bi gerreçavdrêyê kirin
Leşkerên amerîkî li bakura rojhilata Sûrîyê dest bi gerreçavdrêyê kirin. Karwanekî leşkerên amerîkî jî duh li nahiyeya Sirrînê li başurê Kobanê bicih bû.
Çavkanîyekî nêzîkî HSD ragihand ku karwanekî leşkerî yê Amerîkayê duh di navbera şarên Rimêlan û Qehtanîyê de dest bi gerreçavdêrîyê kir.
Ji hêla din ve, karwanekî leşkerên amerîkî duh li nahiyeya Sirrîn a ku dikeve başurê Kobanê bicih bû.
Ligorî agahîyan, ew karwanê leşkerî yê amerîkî ku li serbazgeha Sirrînê bicih bûye, ji 17 otomobîlan ku serbaz têda bûn, 4 tank, 2 zirêhpoş û 85 otomobîlên bo kelûpelên lojîstîkî pêk dihat.
Bicihbûna wî karwanê serbazî yê amerîkî li Sirrînê, piştî wê hat ku çend roj berê serbazên amerîkî ew dever bicî hiştibûn û derbasî Herêma Kurdistanê bûbûn. Li binke û baregehên wan serbazên amerîkî jî şervanên Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) bicih bûbûn.
Serbazgeha li navçeya Sirrînê dikeve 32 kîlometrîya başûrê Kobaniyê û rojhilatê Minbicê. Pêştir hejmareke zêde ya serbazan li wê baregehê hebûn. Ew serbazgeh ji bo pêşwazîkirina firokeyên barhilgir ên serbazî dihat bikaranîn.
Ev yekem karwanê leşkerên amerîkî ye ku piştî vekişîna ji deverên sînorî derbasî çend navçeyên sînorî dibe û li ser sînor gereke leşkerî encam dide.