Li Efrînê teqînek qewimî, 39 kuştî û birîndar hene
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i309845-li_efrînê_teqînek_qewimî_39_kuştî_û_birîndar_hene
Di encama teqîna trimbêleke bombekirî li bajarê Efrîna Sûriyê de ku di bin kontrola hêzên çekdar ên ser bi Tirkiyê de ye, 9 kes hatin kuştin û 30 kes jî birîndar bûn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 31, 2019 11:59 Asia/Tehran
  • Li Efrînê teqînek qewimî, 39 kuştî û birîndar hene

Di encama teqîna trimbêleke bombekirî li bajarê Efrîna Sûriyê de ku di bin kontrola hêzên çekdar ên ser bi Tirkiyê de ye, 9 kes hatin kuştin û 30 kes jî birîndar bûn.

Li gorî rapora televîzyona  El-Meyadînê, vê sibê trimbêleka bombekirî li meydana El-Halê li navenda bajarê Efrînê Helebê hat teqandin. Di encama vê teqînê de, 9 kes hatin kuştin û 30 kes jî birîndar bûne. 

Li encama vê teqîna giran bazar û avahiyên derdorê agir girtin. Lê hêzên gîhandina alîkariyê û ewlehiyê li cihê bûyerê amade bûne. 

Heta niha tu komekê berpirsiyariya vê teqînê nedaye istûyê xwe.

Bajarên bakurê Helebê ku di kontrola terorîstên neyar de ne, şehedê teqînên berdewam in.