Çavkaniyeke sûrî: "Piştî dawîbûna peymana agirbesê, aramî vegeryaye deverên bakurê Sûriyê"
Piştî ku duh êvarê peymana agirbesa 150 sietî li bakurê Sûriyê dawî bû û beriya wê jî HSD ji navçên Agirbesê vekişya li gor çavkaniyeke sûrî niha deverên bakur û rojhilata Sûriyê heta radeyekê aramî vegeryaye.
Li gorî rapora Xendan Newsê, rewangeha mafên mirovan a Sûriyê li raporekê de raghand ku rûniştiyên navçên dorhêla Kobanîyê qebûl nekirine ku yekîna tirk bo çavdêriya rewşa agirbesê bê navçên wan.
Her wiha hatiye ragihandin li navçên Rezkanê şer û pevçûn li navbera HSD û artêşa Sûriyê ji aliyekê va û hêzên ser bi Tirkiyê ji aliyê din qewimîne û heta vê sibehê jî dewam kirine.
Rewangeha sûrî her wiha diyar kir ku li Serêkaniyê jî çekdarên ser bi Tirkiyê 18 eskerên hikûmeta Sûriyê hêsîr kirine û duh êvarê jî li encama pevçûnan 15 eskerên hikûmeta Sûriyê hatien kuştin û her wiha 11 endamên komên ser bi Tirkiyê jî hatin kuştin.
Têkildarî dawîn hejmara goriyên aliyên curbicur ên şêr jî li bakurê Sûriyê ku li 9 vê mehê bi êrişa artêşa Tirkiyê ser hêzên Sûriya Demokartîk destpê kir, Rewangeha Sûriyê dawîn amarên bi vî rengî ragihandine ji nav hêzên HSD 283 şervan hatine kuştin ji nav hêzên Sûriyê jî 21 eskeran canê xwe ji dest dane.
Her wiha 10 eskerên Tirkiyê û 2016 endamên komên çekdar ên opozosyona Sûriyê ku Tirkiye pişta wan digre hatine kuştin.