Çeteyên ser bi Tirkîyê li Dirbêsîyê êrişî hêzên ûris kirin
Çirî 29, 2019 12:52 Asia/Tehran
Çeteyên ser bi Tirkîyê li bakura rojhilata Sûrîyê karwanekî hêzên ûris kirin armanc.
Ligorî rapora Ajansa Nûçan a Hawarê, Çeteyên ser bi Tirkîyê li Dirbêsîyê li bakura rojhilata Sûrîyê karwanekî hêzên ûris kirin armanc ku di encamê de hejmarek leşekrên ûris û çend welatîyên sivîl hatin kuştinê û birîndar bûn.
Ligorî vê raporê, îro hêzên polîsê leşkerî yên Ûrsêtê bi alîkarîya hêzên Asayişê yên Kurdên Sûrîyê li Qamişloyê va ber bi Dirbêsîyê bi rê ketin lê dema giheştin derîyê Dirbêsîyê ketin ber êrişa bi hawanê.
Ligorî amarên berayî, di encama wê êrişê de 5 serbazên ûris birîndar bûne û hejmarek welatîyên sivîl jî canê xwe ji dest dane.