Dewama pêşdeçûna artêşa Sûriyê li zîvala sînorî ya bi Tirkiyê re
Hêzên artêşa Sûriyê di dewama pêşdeçûnên xwe li bakurê rojhilata Sûriyê piştî vekişyana mîlîtanên kurd li Dirbasiyê û Til Temirê li sînorê bi Tirkiyê re bi cih bûn.
Li gorî rapora Fars News`ê, Yekînên artêşa Sûriyê yekşemiyê şevê li bajarê Dirbasiyê û Til Temirê li parêzgeha Hesekê bi cih bûye û ji aliyê xelkê ve hatin pêşewzaîkirin.
Artêşa Sûriyê piştî bicihbûna li bajarê Dirbasiyê yekînên xwe yên eskerî şandin bajarê Amûdayê li 30 km ya rojhilata Derbasiyê.
Hin Yekînên artêşa Sûriyê jî duh berêvarê li çar gundên navça Serêkaniyê li sînorên Tirkiyê bi cih bûn.
Derbasbûna hêzên artêşa Sûriyê nav parêzgeha Hesekê li gor hevhatina navbera dewleta vî welatî bi kurdên Sûriyê re cih hat.
Piştî êrişa artêşa Tirkiyê ser bakurê Sûriyê, hêzên Sûriya Demokratîk ji dewleta vî welatî xwestin ku kontrola hin navçên bakurê Sûriyê bigrin destê xwe û li hember êrişên Tikiyê wan biparêzin.
Li gorî vê hevhatinê, artêşa Sûriyê, dê kontrola hemî navçên sînorî li bakurê vî welatî bigre destê xwe.