Çekdarên amerîkî dîsanê vegeriyane bakurê rojhilata Sûriyê
Bi sedan çekdarên amerîkî ku vê dawiyê ji hin deverên bakurê Sûriyê vekişiyane bakurê Iraqê, bi çek û amûrên nû careke din vegeriyane heman baregehên leşkerî.
Li gorî rapora Fars Newsê, Navenda nasyar bi Zîrevana Mafên Mirovan a Sûriyê roja Duşemiyê ragihand: Zêde ji 500 çekdarên amerîkî di heyama sê rojên bihurî da hevrê digel amûrên leşkerî û locistîkî vegeriyane baregeha leşkerî ya Qesrikê ya navbera Tl Temer û Til Beyderê ku axa Iraqê li cadeya Qamişlû-Helebê girê dide.
Li gorî vê raporê, Firokexaneya Sirrînê li bakurê Sûriyê jî ji 5 rojan beriya niha va çalak bûye û firokeyên amerîkî barên amûrên leşkerî û locistîkî vala dikin.
Navenda nasyar bi Zîrevana Mafên Mirovan a Sûriyê pêştir jî ragihandibû ku berovajiya tiştê ku tê gotin ku çekdarên amerîkî ji bakurê Sûriyê derketine, karwanekî çekdarên amerîkî ji bakurê Iraqê derbasî Sûriyê bûne û ji wir ber bi parêzgeha Dêrazorê ve herikîne.