Artêşa Sûrîyê derbasî 2 gundên Hesekê bû
Çirî 28, 2019 05:36 Asia/Tehran
Hêzên Artêşa Sûrîyê şeva buhurî di dewama pêşdaçûnên xwe li parêzgeha Hesekê da, derbasî gundên Kesra û Til Zîyabê bûn.
Hêzên Artêşa Sûrîyê şeva buhurî li parêzgeha Hesekê dema derbasî gundên Kesra û Til Zîyabê bûn, ji hêla niştecihên wan gundan ve hatin pêşwazîkirinê.
Artêşa Sûrîyê duh danê sibê jî karîbû ku çeperên xwe li gundên Um Hermele, Bab ul Xêyr, Um Eşebe û Esedîyê li derdora başûra Serêkanîyê bişidîne.
Hêzên Artêşa Sûrîyê ligorî lihevkirina dewleta Şamê û HSD derbasî parêzgeha Hesekê bûn.