Mazlûm Kobanî: Berdevkê DAIŞê li Cerablusê hat kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i309748-mazlûm_kobanî_berdevkê_daiŞê_li_cerablusê_hat_kuştin
Fermandarê Giştî yê HSDê, Mazlûm Kobanî ragihand, di operasyoneke hevbeş a HSDê û hêzên Amerîkayê de, “destrastê Ebûbekir Bexdadî û Berdevkê DAIŞê Ebû Hesen Muhacir li Cerablusê hate kuştin.”
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 28, 2019 04:48 Asia/Tehran
  • Mazlûm Kobanî: Berdevkê DAIŞê li Cerablusê hat kuştin

Fermandarê Giştî yê HSDê, Mazlûm Kobanî ragihand, di operasyoneke hevbeş a HSDê û hêzên Amerîkayê de, “destrastê Ebûbekir Bexdadî û Berdevkê DAIŞê Ebû Hesen Muhacir li Cerablusê hate kuştin.”

Mazlûm Kobanî diyar kir, ku Ebû Hesen Muhacir li gundê Eyn el-Beyze li nêzîkî Cerablusê hatiye kuştin ku di bin kontrola artêşa Tirkiyê û çekdarên ser bi wî welatî de ye.

General Mazlûm Kobanî daye xuyakirin, operasyona kuştina destrastê Bexdadî, “di berdewamiya operasyona pêştir de û bi hevahnegiya rasterast a navbera îstixbarata HSDê û Artêşa Amerîkayê” hatiye encamdan.