Kurdên Sûriyê bo parastina meydanên niftê merc bo Amerîka danîn
Rêveberiya xweser a Kurdên Sûriyê bo parastina meydanên niftê merca wan heye û ew merca jî piştevaniya siyasî ye.
Li gorî rapora Shar Pressê, Ilham Ehmed Seroka desteya cihanînê ya Meclîsa Sûriya Dêmokratîk (MSD) li kovara "Foreign Policy" ra got ku eger Amerîka daxwazên wan ên siyasî cih neyne, ewna amade nînin ku hevkariya digel Amerîkayê bikin.
Wê her wiha amaje kir ku di dereqa çend ssalên bihurî da Amerîkayê tu hevkariyeke siyasî nedaye Kurdên Sûriyê û tenê di warê leşkwerî da yarmetî daye wan.
Seroka desteya cihanînê ya Meclîsa Sûriya Dêmokratîk (MSD) her wiha destnîşan kir ku eger Amerîka di proseya siyasî ya Sûriyê da hevkaruya wan neke, ewna bo parastina meydanên niftê dê pêşwazî li Artêşa Amerîkayê nekin.
Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê ragihand ku niha dema wê yekê ye ku hêzên Kurd ji sînor bizivirin û meydanên niftê yên Sûriyê biparêzin.