Rûsiyê diziya Amerîkayê li Sûriyê aşkira kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i309699-rûsiyê_diziya_amerîkayê_li_sûriyê_aşkira_kir
Wezareta Berevaniyê ya Rûsiyê diziya navneteweyî ya Amerîkayê û qaçaxa nifta Sûriyê aşkira kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 26, 2019 12:00 Asia/Tehran
  • Rûsiyê diziya Amerîkayê li Sûriyê aşkira kir

Wezareta Berevaniyê ya Rûsiyê diziya navneteweyî ya Amerîkayê û qaçaxa nifta Sûriyê aşkira kir.

Li gorî rapora IRNAyê, Îgûr Konaşênkov, Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Rûsiyê roja Şemiyê wêneyên setlaytê yên hin navçeyên Sûriyê weşandin ku nîşan dide nifta Sûriyê pêş û piştî têkçûna DAIŞê di bin çavdêriya amerîkiyan bi niftkêşan bo derveyî Sûriyê tê şandinê.

Konaşênkov got: Tevî ku Amerîkayê nifta Sûriyê boykot kiriye, Waşîngton bi diziya navneteweyî her mehê derdora 30 miliyon dolarî qazanc dike.

Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Rûsiyê ev agahî wek berteka li hemberî îdiaya Mark Spêr, Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê ku li ser pêwîstiya mayîna hejmareke leşkerên amerîkî li rojhilata Sûriyê jibo parastina meydanên niftê li hemberî koma têrorîst a DAIŞê pêgirî kribû, weşandiye.

Hejmareka meydan û bîrên niftê yên Sûriyê li navçeyên bakur û bakurê rojhilata vî welatî û li derveyî kontrola Şamê û di bin desthilata Hêzên Sûriya Dêmokratîk (HSD) da ye.

Pêştir jî hin rapor li bara hevkariya çekdarên amerîkî digel koma têrorîst a DAIŞê jibo qaçaxkirina nifta Sûriyê hatine weşandin.