Rûsiye û Sûriye hêzên xwe li derdora Qamişlûyê belav dikin
Çirî 26, 2019 04:24 Asia/Tehran
Hikûmeta Rûsiye û Sûriyê hêzên zêdfetir bi mebesta rêgirtin li kontrolkirina sînorên Qamişlûyê ji aliyê Tirkiyê va dişînin deverê.
Wezareta Berevaniyê ya Rûsiyê di vê çarçovê da aşkira kir ku 400 leşker ji hêzên Polîs digel 20 baregehên leşkerî şandiye Sûriyê bona belavbûna li ser sînorên Tirkiyê nemaze li sînorên Minbic û Qamişlûyê.
Di vî warî da SANA Newsê ragihand ku hêzên artêşa Sûriyê li navçeyên Qamişlûyê zêdetir belav bûne da ku rê li ber pêşdeçûna artêşa Tirkiyê bigirin. Tê gotin ku yekîneyeka artêşa Tirkiyê çûye sînorên rojhilata Qamişlûyê.