Artêşa Sûriyê derbasî Um Keyfê li parêzgeha Hesekeyê bû
Çirî 26, 2019 03:59 Asia/Tehran
Hêzên artêşa Sûriyê roja Îniyê derbasî gundê Um Keyfê li parêzgeha Hesekeyê ya bakurê rojhelata vî welatî bûn.
Li gorî rapora Pars Todayê, Hêzên artêşa Sûriyê dema gihîştin Um Keyfê ji aliyê xelkê va hatin pêşwazîkirin.
Ketina hêzên artêşa Sûriyê nav gundê Um Keyfê li ser esasa hevhatina pêkhatî navbera dewleta vî welatî digel Kurdan pêk hatiye.
Piştî destdirêjiya artêşa Tirkiyê ser bakurê Sûriyê, Hêzên Sûriya Dêmokratîk (HSD) ji dewleta vî welatî xwestin ku kontrola navçeyên bakurê Sûriyê bigire destê xwe û wan li hemberî êrîşên Tirkiyê biparêze.
Li gorî vê lihevkirinê, artêşa Sûriyê dê kontrola hemî navçeyên sînorî li bakurê vî welatî bigire destê xwe.