Serokomarê Tirkîyê idia kir: Yekperçetîya axa Sûrîyê dê bê parastin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i309658-serokomarê_tirkîyê_idia_kir_yekperçetîya_axa_sûrîyê_dê_bê_parastin
Serokomarê Tirkîyê ku roja 9`ê Cotmehê fermana êrişa ser bakura Sûrîyê dabû, idia kir ku yekperçetîya axa Sûrîyê dê were parastin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 25, 2019 06:35 Asia/Tehran
  • Serokomarê Tirkîyê idia kir: Yekperçetîya axa Sûrîyê dê bê parastin

Serokomarê Tirkîyê ku roja 9`ê Cotmehê fermana êrişa ser bakura Sûrîyê dabû, idia kir ku yekperçetîya axa Sûrîyê dê were parastin.

Serokomarê Tirkîyê Receb Teyîb Erdogan bi vê idiayê ku opêrasyona wî welatî li bakura Sûrîyê bi armanca têkoşîna dijî têrorîstan tê encamdanê, got ku Enqerê tişta ku têkildarî Navça Aram li Sûrîyê dixwest, bi dest xist.

Erdogîn amajeyî vê yekê kir ku hin zilhêz bi serkirdên komên têrorîst re muzakirê dikin, idia kir: Artêşa Tirkîyê him li Sûrîyê û him jî li nav welêt himberî têrorîsmê têdikoşe.

Êrişa zorbêjane ya Artêşa Tirkîyê bi alîkarîya têrorîstên ku Enqere pişta wan digire ser bakura Sûrîyê di roja 9`ê Cotmehê de ligorî fermana Erdogîn bi heceta têkoşîna dijî têrosîmê ser navê qaşo Kanîya Aştîyê destpê bû û piştî lihevkirina Erdogîn û Pûtîn li şarê Soçîyê hat rawestandinê. Ew êrişa Tirkîyê ser bakura Sûrîyê ji hêla gel û dewleta Sûrîyê û civaka cîhanî va tê şermezarkirinê.