HSD amade ye tevlî Artêşa Sûrîyê bibe
Çirî 25, 2019 04:23 Asia/Tehran
Hevserokê Meclisa Sûrîya Dêmokiratîk (MSD) ragihand ku HSD amade ye tevlî Artêşa Sûrîyê bibe.
Hevserokê Meclisa Sûrîya Dêmokiratîk (MSD) Rîyaz Derrar di hevpeyvîna digel Rojnama Al Akhbar a Libnanê de amajeyî lihevkirina Artêşa Sûrîyê û HSD jibo derbasbûna hêzn dewleta Sûrîyê nav deverên Kurdnişîn ên bakura wî welatî kir û pêgirî kir ku HSD di dawîyê de yê tevlî Artêşa Sûrîyê bibe.
Berpirsê Navenda Ragihandinê ya HSD Mistefa Balî jî got ku heke aştî û lihevhatina netewî li Sûrîyê pêk were, HSD yê hemî biryaran qebûl bike.