Artêşa Sûrîyê çekên giran şandin bereya başûra Idlibê
Artêşa Sûrîyê bi merema opêrasyona dijî komên têrorîst li başûra Idlibê, alavên giran ên leşkerî şandin wê herêmê.
Piştî ku komên têrorîst li herêma Idlibê qebûl nekirin ku ji navça bê çek vekişin û agirbes binpê kirin, Artêşa Sûrîyê bi merema opêrasyona dijî komên têrorîst li başûra Idlibê, alavên giran ên leşkerî şandin wê herêmê.
Serokomarê Sûrîyê Bişar Esed jî roja Sêşemê li bereyeke şêrr li parêzgeha Idlibê amade bû û got: Şerê li Idlibê, şerî herî bingehîn jibo kutakirina cengê û bidawîanîna têrorîsmê li Sûrîyê ye.
Ji hêla din ve têrorîstên ser bi Tirkîyê îro li baura rojavaya Hesekê, êrişî çeperên Artêşa Sûrîyê kirin ku hêzên Artêşa Sûrîyê ew êrişî pûç derxistin.
Êrişên têrorîstên ser bi Enqerê di halekî da didomin ku Serokomarên Rûsîye û Tirkîyê roja Sêşemê li şarê Soçîyê liyêkgiheştinama vekişîna hêzên Kurd ji nêzîkî sînorê Sûrîye û Tirkîyê û kutakirina êrişa Tirkîyê ser bakura Sûrîyê wajo kirin.