Ji ber êrişa Tirkiyê hejmareke gundên Krîstiyan û Êzidiyan vala bûn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i309641-ji_ber_êrişa_tirkiyê_hejmareke_gundên_krîstiyan_û_Êzidiyan_vala_bûn
Êrişa Tirkiyê ser bakura Sûrîyê ku di 9ê Cotmehê hatibû destpêkirin, bû sedema valakirina çend gundên Krîstiyan û Kurdên Êzidî yên li wê deverê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 24, 2019 14:39 Asia/Tehran
  • Ji ber êrişa Tirkiyê hejmareke gundên Krîstiyan û Êzidiyan vala bûn

Êrişa Tirkiyê ser bakura Sûrîyê ku di 9ê Cotmehê hatibû destpêkirin, bû sedema valakirina çend gundên Krîstiyan û Kurdên Êzidî yên li wê deverê.

Ligorî rapora mêdyayên xwecî, gundê Telxatûn ku dikeve ser sînorê Sûrîye û Tirkîyê ser bi navçeya Dirbespiyê ve ye û piraniya niştecihên wî, Kurdên Êzidî ne, ji ber êrişa Tirkiyê vala bûye û tenê beşeke kêm di nav gund de mane.

Bi gotina xelkê wî gundî beşek ji niştecihên wan gundan, Kurdên Êzidî yê ji Efrînê bûn ku pêştir ji ber êrişên Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê reviyabûn.

Xelkê gund ji ber tirsa bombebaran û topbaranên Tirkiyê û êrişên çekdaran, gundê xwe vala dikin.

Ligorî rapora Neteweyên Yekbûyî 160 hezar sivîl ji wan 80 hezar zarok bi giştî ji ber êrişên Tirkiyê koçber bûne.