Siyasetvanê Kurd Ebdulhemîd Hacî Derwêş emrê Xwedê kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i309635-siyasetvanê_kurd_ebdulhemîd_hacî_derwêş_emrê_xwedê_kir
Sekreterê Partiya Demokrata Pêşvero Ebdulhemîd Hacî Derwîş koça dawî kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 24, 2019 12:38 Asia/Tehran
  • Siyasetvanê Kurd Ebdulhemîd Hacî Derwêş emrê Xwedê kir

Sekreterê Partiya Demokrata Pêşvero Ebdulhemîd Hacî Derwîş koça dawî kir.

Sekreterê Partiya Demokrata Pêşvero, Ebdulhemîd Hacî Derwêş berbanga îro emrê Xwedê kir. 

Partiya Demokrata Pêşvero ragihand ku merasima rakirin û definkirina cenazeyê Ebdulhemîd Hacî Derwêş îro Pêncşemê li bajarê Qamişloyê birêve çû û cenazeyê wî dê sibê li gundê Qirmaniyê ku cihê jidayîkbûna wî ye, were definkirinê.

Ebdulhemîd Hacî Derwêş di sala 1936 li gundê Qermane yê ser bi Dirbêsiyê ve ji dayik bûye.

Di sala 1957an de, yek ji damezrênerên yekem partiya Kurdî bû li Sûriyê û di sala 1990 weke endamê parlemana Sûriyê hate hilbijartin.