HSD qedrê Rûsîyê ji ber lihevkirina digel Tirkîyê girt
Fermandetîya Hêzên Sûrîya Dêmokiratîk (HSD) di daxûyanîyekê de qedrê Rûsîyê ji ber rola wê di rawestandina êrişa Tkrkîyê ser bakura Sûrîyê de girt.
Fermandetîya Hêzên Sûrîya Dêmokiratîk (HSD) di daxûyanîya xwe de ragihand ku di gotûbêja Fermandarê HSD Mezlûm Kobanî digel Wezîrê Berevanîya Ûrsêtê Sergey Şoygo û Serokerkanê Artêşa vî welatî Valerî Girasîmov de, wî qedrê Rûsîyê ji ber rola wê di rawestandina êrişa ser bakura Sûrîyê de girtîye.
Wezîrê Berevaniyê yê Rûsyayê Sergey Shoygu û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Kobanî şeva buhurî bi rêya vîdoykonferansê derbarê cîbicîkirina rêkeftina nû ya navbera Rûsya û Tirkiyê ya derbarê bakura Sûrîyê de gotûbêj kirin.
Wezareta Berevaniya Rûsyayê di daxuyaniyekê de ragihand, Sergey Shuygo ji Mazlûm Kobanî re gotiye, belavbûna hêzên Polîsê Leşkerî yê Rûsya û hêzên Parastina Sînor ên Sûriyê li ser sînor, ewlehiya akinciyên Kurd ên wan herêman garantî dike, lewma jî ne hewce ye ku xelk herêmên xwe biterikînin.