Artêşa Sûrîyê cadeyeke istiratêjîk li bakura wî welatî xist bin kontrola xwe
Çirî 23, 2019 04:43 Asia/Tehran
Artêşa Sûrîyê derbasî çend gundên derdora Tim Temirê li parêzgeha Hesekê bû û karî ku li beşeke zêde ya cadeya navnetewî ya Heseke-Reqqayê li tûşka sînorê başûra Tirkîyê serdest bibe.
Artêşa Sûrîyê derbasî çend gundên derdora Tim Temirê li parêzgeha Hesekê bû û karî ku li sedî 60`ê cadeya navnetewî ya Heseke-Reqqayê li tûşka sînorê başûra Tirkîyê serdest bibe.
Eva di halekî da ye ku hêzên Artêşa Sûrîyê vê sibê karîn li 7 gundên bakura rojavaya parêzgeha Hesekê belav bibin.
Ji hêla din ve 3 helekoptêrên leşkerî yên Rûsîyê li bargeha hewayî ya Tebqayê ku berî ji hêla leşkerên amerîkî va hatibû dagirkirinê, daketin.
Mideha 2 hefteyên buhurî de leşkerên amerîkî 4 bargeh li bakura Sûrîyê vala kirine.