Rûsya û Tirkiyê derbarê bakura Sûrîyê lihev kirin
Serokomarên Tirkiye û Rûsyayê piştî civîneke çendsietî li şarê Soçîyê liyêkgiheştinameyeke dehxalî derbarê rewşa ewlehîyê ya bakura Sûrîyê de wajo kirin ku li gor wê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) yê di heyama 150 seatan de heta 30 kîlometreyan paşve vekişin û dewriyên hevbeş ên Tirkiyê û Rûsyayê dest pê bikin.
Vlademir Putin diyar kir ku Rûsya, Tirkîye û Sûriye dê bi hev re aştî û aramiya herêmê pêk bînin û "Bi saya biryara ku piştî xebateke gelek dûdirêj hat dayîn, dê pirsgirêka Sûriyê ya li ser sînorê Tirkiyê bê çareserkirin. Pêkanîna aramiyeke mayinde li Sûriyê tenê bi rêzgirtina li yekparçeyiya axa Sûriyê pêkan e."
Xalên ku Tirkiyê û Rûsyayê li ser lihev kirine ev in:
1- Herdu alî pabendbûna xwe bi parastina yekîtiya siyasî û xaka Sûriyê û parastina ewlekariya millî ya Tirkiyê nîşan didin.
2- Herdu aliyan tekezîyê li ser rûbirûbûna tevahiya awayên terorê û valaderxistina hewlên cudaxwaziyê li Sûriyê dikin.
3- Rewşa niha ku li Serê Kaniyê û Girê Spî di çarçoveya operasyona Kaniya Aştiyê de bi kûrahiya 32 km hatiye bidest xistin, were parastin.
4- Herdu alî tekeziyê li ser giringiya Rêkeftina Edeneyê dikin û Rûsya dê hêsankariyan bike ji bo cîbicîkirina wê.
5-Roja 23yê Cotmehê ji demjimêr 12.00ê pêve, polîsên Rûs û parêzvanên sînor ên Sûriyê, ji xeynî herîmên operasyona “Kaniya Aştiyê”, li herêmên din dê ji bo 30 kîlometre dûrxistina YPGê kar bikin. Ev kar dê di nava 150 demjimêran de bê encamdan. Di heman demî de dê li rojhilat û rojavayê herêma operasyonê Türkiye û Rûsya gerreçavdêrîyên hevbeş pêk bînin (Qamişlo ne di nav de).
6- Tevahiya endamên YPG digel çekên xwe wê ji Minbic û Ti-Refetê bêne derxistin.
7- Herdu alî wê tedbîrên pêwîst werbigrin bo girtina rê li ber derbasbûna terorîstan.
8- Herdu alî wê hêsankariyan bikin bo vegera bi dilxwaz û ewle ya koçberan.
9- Bo cîbicîkirina vê rêkeftinê mekanîzmeke taybet wê bê danîn.
10- Di çarçoveya muzakirên Astanê û çalakkirina komîteya destûrê de, kar ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê tê kirin.