Bişar Esed: Bereya Idlibê bereya sereke jibo bidawîanîna şerê Sûriyê ye
Bişar Esedê serokomarê Sûriyê ragihand ku bereya Idlibê bereya herî sereke jibo bidawîanîna şer, tevlihevî û têrorîsmê li Sûriyê ye.
Li gorî rapora IRIB Newsê, Bişar Esed îro anku Sêşemiyê bi amadebûna di yek ji bereyê şêrr li başûrê parêzgeha Idlibê tevî rexneya ji Erdoxanê serokomarê Tirkiyê, destdirêjiya ser axa Sûriyê wek binpêkirina hakimiyeta vî welatî da zanîn û got: Tirkiyê beriya vêya karistan, genim û nifta Sûriyê talan kir û îro rojê dixwaze erdên Sûriyê talan bike.
Eesd şerê di rojhilat û rojavaya Sûriyê wek komployek jibo peratekirina bal û hêza artêşa vî welatî da zanîn û got: Bi nêrîna dewletê hemî rdên Sûriyê bi qasekê girîng in û artêş jî li gorî yekemayetî û ewilewiyet û rewşa leşkerî ya meydanî dikeve tevgerê.
Bişar Esed tevî rexneya ji girêdayîbûna hin sûriyan bi piştevaniyên pûç ên Amerîkayê, destnîşan kir: Encama vê girêdayîbûnê niha dagîrkirina beşeka mezin a bakurê welêt bi destê Tirkiyê ye; Navçeyên ku li gorî nexşeyên Amerîkayê diviyabû di destê wan da ba.
Serokomarê Sûriyê tevî ragihandina piştevaniya xwe ya dubare ji Kurdên Sûriyê, got: Dema ku em tûşî destdirêjî û diziyê ji aliyê dijminan li nav welêt dibin, divê pêştir ji vêya di kêleka hevdu bin û bibin yek.
Serokomarê Sûriyê îro her wiha seredana bereyên pêşîn ên şêrr li bajaroka Hebîtê li derdora Idlibê li bakurê rojavaya Sûriyê kir.
Parêzgeha Idlibê tenha parêzgeha Sûriyê ye ku di bin dagîrkeriya komên têrorîst û çekdar ên bin sîvana piştgiriya Tirkiyê da ye.