Amerîka dê beşeke hêzên xwe li Sûrîyê bihêle
Rayedarên dewleta Trump dibêjin ku Serokomarê wî welatî dil heye hemî hêzên xwe ji Sûrîyê dernexe û 200 leşkerên vî welatî li rojhilata Sûrîyê bi cih bike.
Serokomarê Amerîkayê Donald Trump di destpêka vê mehê de ragihand ku dê hêzên vî welatî ji deverên di bin kontrola Kurdan li bakura Sûrîyê û nêzîkî sînorê Tirkîyê derxe û bizvirîn welêt.
Wezîrê Berevanîyê yê Amerîkayê Mark Esper 2 rojan berî niha basa vekişandina hêzên vî welatî ji Sûrîyê bilî hejmareke wan li baregeha Tenefê kir û ew hêzana îro derbasî Herêma Kurdistana Iraqê bûn.
Lê rayedarên delweta Trump ji Rojnama New Yrok Times`ê re gotine ku diqewime Trump biryara xwe ya vekişandina hemî hêzên amerîkî ji Sûrîyê li ber çavan re derbas bike ji ber ku bi dû cihanîna planekê jibo ragirtina 200 leşkerên amerîkî li rojhilata Sûrîyê ye.
Senatorê Komarxwazên Amerîkayê Lindsey Graham ragihand: “Serok Trump haya wî ji tişta ku Kurdan kiriye heye. Ew dixwaze piştrast be ku DAIŞ venagere. Pêşbînî dikim ku em di hevbeşiya ligel Kurdan li Rojhilata Navîn bidomînin ji bo ku em piştrast bin ku DAIŞ dubare dernakeve.”
Li aliyekê din, Serokê Komîteya Xizmetguzariyên Leşkerî ya Senatoya Amerîkayê, Jim Inhofe jî diyar kir, “Trump ji vê rastiyê têdigihe ku giring e hêza esmanî ya Amerîkayê li navçeyê bimîne.”
Inhofe herwiha got: “Pêwîst e Amerîka hêza xwe ya esmanî bihêle ji bo ku berdewam fişarê li DAIŞê bike û hevbeşên me li ser erdê biparêze.”