Ûrsêtê derbarê dewama êrişa Tirkîyê ser Sûrîyê de hişyarî da
Çirî 21, 2019 12:21 Asia/Tehran
Wezîrê Berevanîyê yê Ûrsêtê hişyarî da ku êrişa Tirkîyê dikare bibe sedema vegera têrorîstên bîyanî bo welatên xwe.
Wezîrê Berevanîyê yê Ûrsêtê Sergey Şoygo got: "Êrişên Tirkîyê ser bakura Sûrîyê bûn sebeb ku 8 kempên awareyan û 11 zîndanên ku têrorîst di wan de dihat ragirtinê, bê parastin bimînin."
Şoygo ku li Konfiransa Ewlehîyê li Pêkenê diaxivî, herwiha got: "Diqewime ew demajoya bibe sedem ku têrorîst careka din bizvirin welatên xwe."
Zîndanên ku têrorîst li bakura Sûrîyê di wan de dihatin ragirtinê, hertim di bin çavdêrîya hêzên amerîkî de bûne.
Berî vîya pirranîya welatên ewrûpî jî derbarê dûhatên êrişa Tirkîyê ser bakura Sûrîyê de hişyarî dane.