Daxuyaniya Trump destê Tirkiyê di paqijkirina nijadî da vedike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i309532-daxuyaniya_trump_destê_tirkiyê_di_paqijkirina_nijadî_da_vedike
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilata Sûriyê ragihand: Em ji daxuyaniya Trump ecîbmayî ne ku îdia dike agirbes bi serkevtî didome; Di halekî da ku Tirkiye û komên ser bi wê berdewam agirbes binpê kirine.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 21, 2019 04:29 Asia/Tehran
  • Daxuyaniya Trump destê Tirkiyê di paqijkirina nijadî da vedike

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilata Sûriyê ragihand: Em ji daxuyaniya Trump ecîbmayî ne ku îdia dike agirbes bi serkevtî didome; Di halekî da ku Tirkiye û komên ser bi wê berdewam agirbes binpê kirine.

Li gorî rapora malpera Xendanê, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilata Sûriyê her wiha ragihand ku bi vê daxuyaniya Trump rê li ber Tirkiyê tê vekirin ku paqijkirina etnîkî li Serê Kaniyê û Girê Sipî pêk bîne. Ji ber ku heta niha niştecihên sivîl ên wan navçeyan ji ber êrîşa Tirkiyê aware bûne; Loma pêwîst e ku ewna di bin garantiya navneteweyî da vegerîne war û malê xwe.

Di dawiya daxuyaniya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilata Sûriyê da hatiye ku Tirkiyê çekên qedexe dijî welatiyên sivîl bi kar anîne û lazim e ku civata navneteweyî zextê bîne ser Tirkiyê da ku ji navçeyên ku dagîr kirine vekişe