Mezlûm Kobanî: Em naveroka daxuyaniya Tirkiye û Amerîkayê napejirînin
Çirî 21, 2019 04:14 Asia/Tehran
Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Dêmokratîk (HSD) tevî tawanbarkirina Tirkiyê bi binpêkirina lihevkirina agirbesê li bakurê rojhilata Sûriyê, destnîşan kir ku ewna naveroka daxuyaniya hevpar a Tirkiye û Amerîkayê derbarê vê navçeyê napejirînin.
Li gorî rapora Kurd Pressê, Mezlûm Kobanî, Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Dêmokratîk (HSD) got: Me hemî hêzên xwe ji Serê Kaniyê vekişandin, wisa ku hûn dizanin roja Şemiyê me hejmareka şervanên birîndar ji bajêr derxistin û duh anku Yekşemiyê jî hemî hêzên me hevrê digel birîndarn mayî derketin; Bi vî awayî me lihevkirina paşvekişiyana hêzên xwe ji hin navçeyên Kurdnişîn cih anî û li hin navçeyên din jî ev kar hema wisa didome; Tevî vêya Tirkiye agirbesê binpê dike û hema wisa êrîşan didomîne.